Mazlûm Ebdî: Rûsya û DYE berpirsên guhertina demografiya herêmên dagirkirî ne

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku plana serokkomarê Tirkiyê Receb Teyb Erdogan a bichkirina milyon kesî li Serê Kaniyê û Girê Spî planeke xeter e.

Mazlûm Ebdî têkildarî plana Erdogan a guhetina demografiya herêmê ku dê milyon kesî li Serê Kaniyê û Girê Spî bich bike bi tiwîtekê destnîşan kir ku ev gav xeter e û got:

Bichkirina milyon kesî li Serê Kaniyê û Girê Spî mijarekî gelekî xeternak e.

Armanc jê bichkirina kesên biyanî li herêmê ye.

Ebdî destnîşan kir ku Rûsya û DYE berpirsên guhertina demografiya herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin in û bang li wan kir ku di vî milî erka xwe bich bînin û rê li ber vegera şêniyên resen ên van herêman vekin.

Duh û di çarçoveya guhertina demografiya herêmên ku dagir kirine, serokkomarê Tirkiyê Erdogan diyar kiribû ku ew ê milyon kesî li herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî bich bikin.

Leave a Reply

Back to top button