Li bajarê Babê yê Bakur û Rojhilatê Sûrî ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, teqînek pêk hat.
Ji ber teqînê 2 çete birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li taxa Kornîş a herêma Babê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dema derbasbûna erebeya çeteyan de teqînek pêk hat.
Di encama teqînê de 2 çete birîndar bûn.
Şêniyên herêmê beriya çend rojan li dijî dewleta Tirk û çeteyan rabûn ser pêyan.
Artêşa Tirk û çeteyên wê jî bi çekan êrîşî şêniyan kiribûn û gelek kuştî û birîndar çêbûn.