Hêzên Sotoro û Natora Til Temirê diparêzin

Endamên Hêzên Natora û Sotoro yên Ewlekariya Hundirîn a Til Temirê diyarkirin ku hevkariya hêzên Bakûr û Rojhilatê Sûrî wê êrîşên dewleta Tirk têk bibe.

Navçeya Til Temir a ku pirani pêkhateyên Suryan û Aşûrî ne li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker xwe bi xwe diparêzin.

Emel Kako ku endama Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Natora ye, diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hevkariya hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk çûnê û got:

“Ev hevkarî ji 2011`an heya niha berdewam dike. Çeteyan dixwest hêzên ku parastina gel dikin, tune bikin lê bi hevkariyê me, ew paşde vegerandin. Ji bo komkujiyên Seyfo û Semelê dubarê nebin, em hemû ji xewa giran rabûn û me yekitiya xwe ava kir.”

Endamê Fermandariya Giştî ya Natora Rubêrt Îşo jî destnîşan kir ku êrîşên li dijî herêmê bê navber dewam dikin û weha dewam kir:

“Agirbest di gotinan de ma. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê agirbestê binpê dikin, gundan dişewîtinin û mal û milkên şêniyan didizin.
Êrişên dewleta Tirk bi armanca guhartina demografiyê ne û hewl didin biratiya gelan a herêmê xerab bikin. Lê em ê nehêlin ku vê pêk bînin.”

Leave a Reply

Back to top button