Senherîb Bersûm: Rejîmê di dewsa diyalogê de banga parçebûna QSD’ê kir

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm, banga Elî Memlûk ya ji bo parçekirina QSD’ê weke hewldaneke fitnê bi nav kir û ji Rûspiyên Ereb xwest ku bi van fitneyan neyên xapandin. Bersûm bang li gelê Suryan jî kir ku hêza xwe di nava QSD’ê zêde bikin.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya rejîma Sûriyê Elî Memlûk 5`ê Kanûnê bi hin êlên Ereb ên herêma Cizîrê re civiya û ji wan xwest ku ciwanên xwe ji nava QSD’ê vekşînin.

Rûspiyan jî ev bangawazî red kirin û weke parçekirina QSD’ê û pêşxistina fitineyê bi nav kirin.

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm ev hewldanên rejîmê weke hewldana fitneyê ya di navbera gelan de bi nav kir.

Senherîb Bersûm jî diyar kir ku ev bangewazî bingeha xwe ji belavkirina fitinê û tevlîheviyan digre û ev weha got:

“Em li bendê bûn ku rêjîma Sûrî banga diyalogê ya Rêveberiya Xweser erênî pêşwazî bike û ji bo pêşî li şerê herêmê bigirin, li hev bikin û bi yekrêzî li hember dijminê Tirk û dagirkeriya wê ya li ser axa Sûriyê bisekinin. ”

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Bersûm:
Bi fitneyan neyên xapandin, QSD’ê hêzeke netewî ye

Bersûm elên Ereb hişyar kir ku ji bo pêşî li şerêkî hîn dijwartir bigirin, rewşê baş binirxînin û bi fîtneyan neyên xepandin.

Her weha Bersûm girîngiya yekitî û girêdana ku Rêveberiya Xweser ava kiriye dest nîşan kir û anî ziman ku berovajî îdîayên rejîmê, QSD’ê pêkhateyên Sûrî û xakên Sûrî parastî ye û bi bîr xist ku ji bo rizgarkirina herêmê bi hezaran şehîd û deh hezaran birîndar daye.

Senherîb Bersûm teqez kir ku hêzên QSD’ê hêzekî netewî ye û dixwazin di pêşerojê de bibin beşek ji pergala parastina Sûriyê.

Bersûm ji bo parastina ewlehiya herêmê girîngiya lihevkirinên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de jî destnîşan kir.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Bersûm:
Bila gelê me yê Suryan hêza xwe ya di nava QSD’ê de zêde bike

Bersûm teqez kir ku wê Meclisa Leşkerî ya Suryanî di nava QSD’ê bimîne û ji bo gelê Sûryan ev bang kir:

“Di nava QSD’ê de hebûna pêkhateyên Suryan zêde bikin. Van hêzan herêm parast û ji bo misogerkirina mafê hemû pêkhateyan xwedî projeyek siyasî ye.”

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Bersûm:
Ji bo parastina herêmê girînge bi Şamê re lihevkirin bê kirin

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm pêwîstiya hevgirtina tevahiya pêkheteyên herêmê anî ziman û diyar kir ku ewê nehêlin ku dewleta Tirk û çeteyên wê xaka wan dagir bikin.

Leave a Reply

Back to top button