Komîteya destûrî ya Sûrî “gera bê ya komîteyê taloqî Adara bê dibe”

Gera komîteya destûrî ya Sûrî, taloqî meha Adarê bû.

Dihat payîn gera bê ya Komîteya Destûrî di 16 vê mehê de were lidarxistin, lê li gorî hin çavkaniyan, taloqî Adara 2020’an kirine.

Lê nûnerê NY yê taybet bi Sûriyê Geir Pedersen diyar kir ku gava ew li ser danûstandinên komîteyê li hev bikin ew ê gera xwe ya bê li dar bixin.

Pedersen her weha anî ziman ku ew ê di wexteke nêz de, daxuyaniya hevbeş a komîteya destûrî jî bi encam bikin.

Beşar El-Caferî:
Dewleta Tirk çareseriya aloziya Sûriyê asteng dike

Li aliyekî din tê payîn, di Sibata 2020’an de, Erdogan der barê Sûriyê de civînekê li dar bixe.

Lê belê Nûnerê Sûriyê yê NY Beşar Caferî ragihand ku welatê wî ji bo vê lûtkeyê nehatiye vexwendin û got:

Bi Tirkiye re ti têkiliyên me yên diplomatîk tune ne. Jixwe em ji bîr nekin hîna dewleta Tirk beşekî mezin ê Sûriyê dagir kiriye û planên wê yên dagirkeriyê li pêşiya çareseriya aloziya Sûriyê dibin asteng.

Leave a Reply

Back to top button