Îro konferans li paytexta Belkçîka Brukselê dest pê dike

Ji bo rewşa Bakur û Rojhilatê Sûrî li Brukselê Konfranseke Navdewletî tê lidarxistin. 

Li paytexta Belçîka Brûkselê li avahiya YE îro xebatên konferansa navnetewî ya bi navê “Bakur û Rojhilatê Sûrî.. ‘Rojava’.. Ezmûna herêmî û navdewletî” dest pê dike.

Konferans wê bi beşdariya Nênerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, koma hevalbendê Kurdan di parlamena Ewrûpî de, hevpeymaniya Ewrûpî ya Azad, hevpeymaniya navdewletî ya parastina maf û azadiyê û hevpeymaniya pêşverû ya komên sosyalîst û demokratîk, pêk were.

Xebatên konferansê wê 2 rojan berdewam bikin.

Di rûniştina yekemîn de, wê mijara “Stratejiya Dewleta Tirk a Dagirkerî û Gehartina Demografîk li Rojhilata Navîn” were guftugokirin.

Di rûniştina duyemîn jî wê bi navê “Siyaseta Dewleta Tirk a Bikaranîna Çeteyan” nîqaş pêk were.

Roja duyem jî, wê mijara “Bandorên Qanûnên Navdewletî û Mafên Mirovan li Dewleta Tirk” were guftugokirin.

Rûniştina din jî wê der barê “êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî” de be.

Her weha di rûniştinên konferansê de wê mijarên “Necezakirina dewleta Tirk a siyasî” û “berpirsyariya dewleta Tirk” jî were nirxandin.

Leave a Reply

Back to top button