Li Iraqê di nava 10 rojên dawî de herî kêm 3 çalakger hatin kuştin.
Di xwe pêşandanên li Iraqê de bûyerên revandin, çavtirsandin û kuştinê zêde bûn.
Herî dawî çalakvanê civaka sivîl Elî Lamî ku nûnertiya xelkê bajarê Kutî dikir, dema ku diçû xwepêşdana Tehrîr a bajarê Bexdayê, bi demanceyê hate kuştin.
Lamî demeke kurt beriya bê kuştin di medya civakî de ji bo çalakiyên aştiyane bang kir.
Li gorî agahiyan, bûyer li herêma Şeeb a li bajarê Bexdayê pêk hat.
Piştî bûyerê hêzên ewlekariyê gihiştin cihê bûyerê û lêkolîn dan destpêkirin.
Lamî bû çalakgerê sêyemîn ku di nava 10 rojên dawî de hate kuştin.
Di 2’ê Kanûnê de Zahra Alî ya 19 salî û roja Yekşemê jî Fehîm El Taî yê 53 salî hatin kuştin.
Herî dawî di xwepêşandanên Iraqê de zêdetirî 400 kes bi guleyan hatibûn kuştin.