QSD:Dewleta Tirk cih û warên Sivîlan bombebaran dike

QSD’ê encama şerên 24 saetên dawî yên li heremê eşkere kir û dazanîn ku dewleta Tirk a dagirker li êniyên Til Temirê û Eyn Îsayê êrîş û tevgera xwe ya dagirkeriyê didomîne.

QSD’ê ragihand ku di encama êrîşa çeteyên de şervanekî QSD’ê şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên şer û berxwedana 24 saetên derbasbûyî eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê,

Artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê li heremên Til Temir û Zirganê liv û tevgera xwe ya dagirkeriyê didomînin û heremên sivîlan topbaran kirin.

Li êniya Til Temirê dewleta Tirk a dagirker bi sedan çete vegûhestin heremê û gûndê Ûm el-Kêf topbaran kir û di encam de ziyanên madî gihaş malên sivîlan.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov û çekên giran gundê Til Werd bombebaran kir.

Li êniya Eyn Îsa jî artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrişî gundên Kendalê û Çelebê yên bi ser herêma Qizelî ku sivîl tê de bûn kir û bi balafirên bê mirov malên gundên Erîda û Xirbet Faris bombebaran kir.

QSD’ê da zanîn ku di encamê êrişan de şervaneke QSD’ê şehîd bûye.

Leave a Reply

Back to top button