Çavuş Oglu: Hevkariya Emerîka li gel YPG’Ê sûce!

Dewleta Tirk ji bo planên xwe yên dagirkeriyê û dijminahiya xwe ya li dijî YPG bide qebûlkirin dîsa gef xwar.

Wezîrê derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku eger Emerîka cezayan li ser tirkiyê bibire, ew ê jî mayîna leşkerên Emerîka ya li balafirgeha Incîrlîk û Kurecîkê bêxin rojevê.

Her weha Wezîrê Tirk gotinên Erdogan jî dubare kir û diyar kir ku ger pêşniyarek ji aliyê Lîbya ve were wê leşkerên xwe bişênin wî welatî.

Wezîrê derve yê dewleta Tirkiye Mevlut Çavuşoglu di bernameyek televizyoneke de têkildarî rewşa herêmê û Lîbyayê de axivî.
Çavuşoglu ji bo biryara Meclisa Nûneran a Emerîka û komîsyona xizmetên çekdarî yên senatoyê ya li dijî tirkiyê weha got:
“Eger Emerîkayê li tirkiyê cezayekî bibirre, wê demê em ê jî hebûna Emerîka ya li balafirgehên Incirlik û Kurecik’ê bînin rojevê.
Wezîrê dewleta dagirker Çavuşoglu Emerîka ya ku bi hêzên QSD’ê re têkoşîna li dijî terora DAIŞ’ê dimeşênin jî bi piştevaniya terorê binav kir û wiha domand:
Çawa dibe ferq nake, her alîkariya Emerîka bi YPG’ê re dike sûcek e.
Ev dikeve çarçoveya piştevaniya madî ya ji bo terorê.
ÇAVUŞOGLU: LI HERÊMA DI BIN KONTROLA ME DE NABE KES LÊGERÎNAN BIKE

Dewlet tirk û serokkomarê wê Erdogan ku çavê xwe berdaya xaka Lîbyayê bi peyman dawî ya bi hikumeta Wifaqê re pêk anî gefan li welatên derdor dixwe.
Wezîrê derve yê dewleta Tirkiye Mevlut Çavuşoglu jî ev gef dubare kirin û wiha got:
“Bêyî destura me ku hêzek li derya Spî lêgerînekê pêk bîne em dikarin bi rêya leşkerî jî vê yekê asteng bikin. Ev mafê me heye.
Ger pêşniyarek ji Lîbya were, bê dudilî em ê leşkerên xwe bişênin wir.”

Leave a Reply

Back to top button