Gelek sazî û rêxistinên Şengalê bi armanca piştgiriyê PADÊ serdana wê kirin.
Saziyên Şengalê diyar kirin ku biryara hikûmeta Sûdanî biryarek ne qanûniye û gotin: “Eger dewlet îradeya Êzidiyan nas neke, em Êzidî jî hebûna dewletê nas neke.”
Gelek sazî û rêxistinên li Şengalê îro bi armanca piştgiriyê serdana Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) kirin.
Saziyên Şengalê diyar kirin ku biryara hikûmeta Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî biryarek ne qanûniye.
6’ê Tebaxa 2024’an Dadgeha Federal a Iraqê biryara girtina PADÊ da.
Tevî nerazîbûna PADÊ jî dadgeha federal îtîraza qebûl nekir û biryara girtinê xiste meriyetê.
Biryara ku di 10’emîn salvegera fermanê de hate dayîn di nava gelê Êzidiyan de bû cihê nerazîbûnê.
Piştî redkirina îtîraza PADÊ sazî û rêxistinên Şengalê bi armanca piştgiriyê serdana navendên PADÊ dikin û piştgiriya xwe jê re radighînin.
Îro jî sazî û meclîsa Gel û meclîsa jin (TAJÊ) a Sinûnê serdana PADÊ kirin.
Şandeya ku serdan kirin ji aliyê Endamê Mekteb Siyasî ya PADÊ Salih Êzdîn û endamên wê ve hate pêşwazîkirin.



