Gera 14’emîn a Astanayê bi dawî bû aliyên beşdar tunekirina çeteyên li Idlibê tekez kirin

Xebatên gera 14’emîn a civînên Astanayê bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Aliyên beşdar idîa kirin ku wan li ser aramî û ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî li hev kirine.

Her wiha metirsiya xwe ji zêdekirina komên terorîst ên li Idlibê raber kirin û ji bo têkbirina van koman soza hevkariyê dan.

Gera 14’emîn a danûstandinên Astanayê bi heman biryar û heman sozên gerên beriya xwe bidawî bû.

Civînên ku ev 2 roj in li paytexta Kazexistanê, Nûr Sultan tên lidarxistin bi daxuyaniyekê bi dawî bûn.

Dewletên qaşo garantor di daxuyaniya xwe de idîa kirin ku wan li ser aramî û ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî li hev kiriye û destnîşan kirin ku hemû komên çete yên li Idlibê divê bên tunekirin.

Tevî ku hemwextî danûstandinan şerekî dijwar li wan herêman diqewimî, aliyan ji bo Bakur Rojavayî Sûriyê li ser pêkanîna hevpeymana bi navê ”Herêmên Kêm Şer” jî tekez kirin.

Aliyên garantor têkildarî yekparabûna xaka Sûrî çavên xwe li planên dewleta Tirk ên dagirkirin û parçekirina xaka Sûrî girtin û dan xuyakirin ku ew ê pabendî vê bendê bin.

Gera 15’emîn a danûstandinên Astanayê wê di Adara 2020’an de dîsa li heman cihî were lidarxistin.

BEŞAR CAFERÎ: TIRKIYE WEKE ALIYEKÎ GARANTOR TEVNAGERE

Piştî ger bi dawî bû, çapemeniya rejîma Sûriyê li ser zimanê serokê şandeya xwe Beşar El-Caferî ragihand ku dewleta Tirk weke aliyê garantor sozên xwe pêk nayîne, li gorî peymanên Soçî û Astanayê tevnagere û hêzên dagirker ji xaka Sûriyê venakşîne.

El-Caferî weha axivî:

BEŞAR CAFERÎ: TIRKIYE XAKA SÛRIYÊ DAGIR KIRIYE

“Tu têkiliyên me yên dîplomatîk bi Tirkiyê re tune ne. Hê jî parçeyek ji xaka me dagir kiriye. Bi piştevaniyeke mezin li pişt aloziya Sûriyê ne.”

Leave a Reply

Back to top button