Meşa ku ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst ji bo azadiya Rêber Apo dan destpêkirin, di roja xwe ya 3. de li Hammê didome.
Ciwanan doh beriya ku li navenda bajarê Hammê dest bi meşê bikin, li pêşiya stasyona trenê ya navendî govendê gerandin û danezana ku pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê teşhîr dike xwendin.
Ciwanan diyar kirin ku ew ê heta pêkanîna azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe bi biryardarî bidomîmin.
Çalakiya ciwanan ji aliyê kesên derdor ve eleqeyekî mezin dît.
Di çalakiyê de belavokên derbarê pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê hatin belavkirin.
Piştî wê, ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, Bê Serok Jiyan Nabe” li kolanên Hammê meşiyan.
Meşa dirêj a ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst bi konferansê dest pê kir



