
Hêzên QSD’ê li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê operasyonek pêk anîn.
Tevî gelek çeteyan, çek û cebilxane jî ketin destê QSD’ê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê têkildarî operasyonê daxuyaniyek nivîskî weşand.
QSD’ê diyar kir ku yekîneyên li dijî terorê, piştî şopandinek dirêj, li dijî komên ku ji bo şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê çek û cebilxane peyda dikirin operasyonek berfireh lidarxist.
QSD’ê da zanîn ku yekîneyê, xetên lojîstîk û cebilxaneyên DAÎŞ’ê û endamên vê koma bazirganiya bi çeteyan re girtin.
Her wiha hêjmarek zêde ji çek, cebilxane, amûrên pêwendiyê û dokûmanên çeteyan hatin desteserkirin.
QSD’ê ragihand ku bi vê operasyonê re pêşî li gelek êrîşên ku koma çete amadekariya wê dikir, hat girtin.