Wezîrê tenduristiyê yê Lubnanê Fîras El Ebyed ragihand ku hejmara kuştiyên ku di encama teqînên cîhazên banglêkirinê û bêtêlan bûye bû 37 kes.
Wezîrê tenduristiyê yê Lubnanê Fîras El Ebyed di civîneke çapemeniyê de got:
“Hejmara birîndarên êrişên 17’ê Îlonê gihaştine nexweşxaneyan, 2 hezar û 323 ye”
El Ebyed da zanîn ku di teqînên duh de 608 kes birîndar bûne ji wan 25 kes jiyana xwe ji dest dan.
Fîras El Ebyed eşker kir ku di ecama teqînên roja sêşem û çarşemê bi gitşî heta niha 37 kes hatine kuştin.
Wezîrê tenduristiyê yê Lubnanê ragihand ku hewldanên welatên Ereban ên pêşkêşkirina alîkariyên tibî ji bo wan hene.
Rêveberiya giştî ya balafirên sivîlan a Lubnanê biryar da ku tevahî şîrketên balafirên li balafirgeha El Herîrî ya li Beyrûtê kar dikin ku cîhazên banglêkirinê veneguhêzin.



