Îlyas Îşaya: Em dagirkeriyê naxwazin em axa xwe dixwazin

DAIŞ û dewleta Tirk yek in, tenê nav û cilên wan tên guhertin lê heman hişmendî ye.
Bi van gotinan yek ji pêkhateyên Aşûrî Îliyas Îşaya rastiya dewleta tirk a dagirker raxist ber çavan.
Îliyas Îşaya destnîşan kir ku ew tu carî warê xwe bernadin û êşa ku bapîrê wî ji ber Osmaniyan kişandine, carek din bi wan re dubare bibe.

Îliyas Îşaya 65 salî ye, ji pêkhateya Aşûrî ye û li gundê Omwexfen ê navçeya Til Temir dijî.

Malbata Îliyas ji ber komkujî û kiriyarên dewleta tirk a dagirker ji bajarê Colemêrgê koçberî Sûriyê bûne.

Îliyas Îşaya diyar kir ku jiyana wî her bi koçberiyê derbas bû heya ku li Bakur Rojhilatê Sûrî bi cih bû.

Îliyas da zanîn ku dewleta tirk a dagirker bi êrîşên dixwaze aramiya li herêmê têk bibe û destnîşan kir ku armanca dewleta tirk bi van sûcên şer vegerandina dîroka Osmaniyan e.

Îliyas Îşaya anî ziman ku beriya êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî wan li Til Temerê bi awayekî aştiyan e bi hev re dijîn, hemû pêkhateyan erdê xwe bi hev re diçand, ne tenê bi gotinan, di her kêliya jiyanê de em bi hev re bûn.

Îşaya diyar kir ku ti cudahî navbera Dewleta tirk û DAIŞ’ê de nîne, ew yek in, tenê nav û cilên wan tên guhertin lê heman hişmendî ye.

Îliyas Îşaya yê ji pêkhateyê Aşûrî destnîşan kir ku ew tenê aramiyê dixwazin, ev aramî wê bi derketin dewelta tirk ji Sûriyê pêk were.

Îliyas Îşaya di dawiya axaftina xwe de bang kir ku her kes bi erkê xwe rabe da ku dagirekriya tirk li ser axa Sûriyê bi dawî bikin.

Leave a Reply

Back to top button