Li bajarê Helebê Meclisa jin a Malbetên Şehîdan, Mala jinê û Rêxistina Sara Panêlek diylogê li dar xistin.
Di panêlê de behsa zewaca keçên temen biçûk û Kuştin û xwekuştinê hat kirin.
Li bajarê Helebê Meclîsa jin a Malbetên Şehîdan, Mala jinê û Rêxistina Sara panêlek diylogê li dar xistin.
Panêl li hola 8’ê Adarê ya li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dirûşma “Jin jiyan e, jiyanê ne kujin” pêk hat.
Di panêlê de 2 mijarên sereke hatin xwendin.
Mijara yekem li ser “Zewaca Keçên temen biçûk ku tê de sedemên bilindbûna rêjeya zeweacê di vî temenê de bi taybetî piştî kirîza Sûriyê û pirsgirêkên civakî, aborî yên di encamê de hat şîrovekirin.
Mijara duyem jî li ser Kuştin û xwekuştinê ku ew jî ji ber krîza zêdeyî 12 salan ku Welat tê de derbas dibe hat diyarkirin.
Her du mijar ji aliyê Delal Mihemed Rêveberiya meclisa jin a Malbetên Şehîdan û ji aliyê Ilham Mihemed endama Mala jinê hatin şîrovekirn.
Panêl bi nîqaşên berfireh ji aliyên jinên beşdar bi dawî bû.



