Parêzer Raja Gûra Hisên diyar kir ku parlementoya Iraqê peymana mafê zarokan erê kiriye, guherîna Zagona Rewşa Kesane binpêkirina mafê zarokan û binpêkirina peymana navneteweyî ye.
Di 4’ê Tebaxê de li Parlamentoya Iraqê xwendina yekemîn ji bo sererastkirina Zagona Rewşa Kesane ya hejmar 188’an a sala 1959’ê kir.
Li gorî dîtinên pisporan ger ev zagon were sererastkirin wê mezhebgerî kûrtir bibe, mafên jin û zarokan binpê bibin.
Ya herî xertenak jî ew e ku dê ev zagon rê li ber zewaca zarokên 9 salî veke.
Nerazîbûnên li dijî guherîna Zagona Rewşa Kesane her diçe zêdetir dibe.
Serpereştiyara zagonî ya Rêxistina Parastina Zarokan ya Kurdistanê parêzer Raja Gûra Hisên diyar kir ku parlementoya Iraqê peymana navneteweyî ya zewacê piştî 18 salî erê kirin û wiha got:
“Guherîna zagona der barê rewşa kesane de destûr dide ku zarok di temenê 9 salî de bi zewice.
Encamdana vê guherînê binpêkirina mafê zarokan û îşkenceya fîzîkî û derunî ye.”
Raja Gûra Hisên da zanîn ku rêxistina parastina zarokan ya Kurdistanê der barê metirsî û bandorên guherîna zagona der barê rewşa kesane li ser jin û zarokan hişyariyê belav dike û li dijî vê guherînê xwedî helweste û wiha dom kir:
“Rêxistina parastina zarokan ya Kurdistanê zagona navnetewî ya ku parlementoya Iraqê îmza kiriye bi parlementoyê dide bibîrxistin.
Parlementoya Iraqê sozên mafê zarokan erê kiriye.
Ger vê ev zagon were guhertin bi xwe li dijî sozên ku daye û îmza kiriye derdikeve.
Divê hemwelatiyan, mamostayên ayînî, perwerde, bijîjkan û kesên akademî di aliyê zagon û ragihandinê de erkê belavkirina hişyariyên der barê zagonê de bigrin ser milê xwe.
Erkê parlementoyê hişyarkirin û rêgiriya li guherîna vê zagonê ye.
Guherîna zagona der barê rewşa kesane de ziyanê dide zarokên başûrê Kurdistanê.
Ji ber wê divê aliyên peywendîdar li herêma Kurdistan hemwelatiyan hişyar bike.”



