NY: Ji Cotmehê ve, li Iraqê 424 kesan jiyana xwe ji dest daye

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (ONCHR) ragihand ku li Iraqê di çalakiyên ji 1’ê Cotmehê de dest pê kirine; 424 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Her wiha 8 hezar û 758 kes jî birîndar bûne.

Mîsyona Alîkariya Iraqê ya NY (UNAMI) ya Komîseriya Mafên Mirovan (OCHRH) a Neteweyên Yekbûyî (NY), rapora di navbera 5’ê Mijdarê û 8’ê kanûnê (12) de eşkere kir.

Komîseriyê di rapora ku agahî ji 183 kesan standî de, diyar kir ku heta niha di çalakiyên li Iraqê de 170 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 264 kes jî birîndar bûne.

Komîseriyê destnîşan kir ku di xwepêşandanên ji 1’ê Cotmehê de li Iraqê dest pê kirî ve 424 kesan jiyana xwe ji dest daye û 8 hezar û 758 kes birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button