Çavuşoglu: Em destûrê nadin ti kesî nêzî gaza Qibrisê bibe

Dewleta Tirk dîsan gef li welatan xwar û diyar kir ku ew ê rê nede ti welatî ku gaza Qibrisê bi dest bixe.

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku ew ê destûrê nedin ti welatî ku li gazê bigire.

Çavuşoglu teqez kir ku eger ti kes nêzî herêmê bibe, wê welatê wî kirinên lêgerînê li Rojhilatê Deryaya Spî dewam bike û got:

Ji bo çareserkirina nakokiyan jî em amade ne bi Yonanê re rûnên.

Em ne bi tengijînê re ne, em dixwazin herdu alî li gorî qanûna navdewletî bigihên mafên xwe.

Herî dawî, lihevkirinek deryayî bi hikumeta Wîfaqê ya Lîbyayê re, hêrsek mezin li com gelek welatên rojhilatê Deryayê Spî çêkir.

Li ser vê jî, hikumeta Qibrisê geliyê Tirkiyê li cem Dadgeha Edaletê ya Navdewletî kir.

Leave a Reply

Back to top button