Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 şehîdan ku di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê got, “Em soza xwe dubare dikin ku ala têkoşînê ya ku van hevrêyên me yên hêja radestî me kirine mezin bikin û di şexsê wan de hêjayî şehîdan hemûyan bibin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 şehîdan ku di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê li ser têkoşîna şehîd Îbrahîm Mêrdîn ev nirxandin kir.
HPG: Hevrê yên me bûn mîlîtanên Apoyî yên mînak
Lehengê xelkê Mêrdînê hevrêyê me Îbrahîm bi hevrêtiya xwe ya ji dil û kesayetiya xwe ya têgihiştî pêwîstiyên milîtaniya Apoyî bi cih anî.
Ji bo tola lehengên li Rojava û Şengalê di êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bûn hilîne, berê xwe da çiyayên azad.
Weke ciwanekî Kurd ê zane, li hemberî konsepta tasfiyeyê ya ku dewleta Tirk li gelê me û partiya me ferz dike, her tim hewl da bersivê bide dijmin û derbê lê bixe.
Bi sekna xwe ya bi israr a li ser xeta serketinê û jiyana xwe ya li ser xeta partiyê bû mînak.
Hevrêyê me Îbrahîm mîrateyeke têkşînê ji me re hişt ku qet neyê jibîrkirin.
HPG’ê li ser şehîd Reşîd jî ev nirandin kir.
“Hevrêyê me Reşîd bi kesayetiya xwe ya kedkar û pratîkî kete dilê hevrêyên xwe û bi dilsoziya xwe ya xurt a bi Rêbertî û şehîdan re hate naskirin.
Hevrêyê me Reşîd di demekê de ku êrîşên dijmin zêde bûn biryar da tevlî nava refên grîla bibe.
Bi kesayetiya xw eya dilnizm bû milîtanekî Apoyî yê mînak.
Meşa xwe ya azadiyê ku bi biryardarî û îdîayeke mezin destpê kir, bi şehadeteke bi rûmet tacîdar kir û cihê xwe di dîroka azadiyê ya gelê me de girt.
HPG’ê herî dawî got: “Ji malbatên hêja yên hevrêyên me Îbrahîm û Reşîd bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.
Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna ku van hevrêyên me yên hêja radestî me kirine mezin bikin û di şexsê wan de hêjayî şehîdan hemûyan bibin.
Agahiyên li ser nasnameya Şehîdan wiha ye:

Nasnav: Îbrahîm Mêrdîn
Nav paşnav: Sabrî Karaman
Navê Dayikê: Kamîle
Navê Bav: Cemîl
Dem û cihê şehadetê: 26 Hezîran 2018, Zap

Nasnav: Reşîd Farqîn
Nav paşnav: Servet Uzyandî
Navê Dayikê: Gulîstan
Navê Bav: Mehmet Alî
Dem û cihê şehadetê: 26 Hezîran 2018, Zap



