Tirkiye- Lîbya ji bo tomarkirina lihevkirinê, Enqere daxwaznameyekê pêşkêşî NY dike

Ji bo tomarkirina lihevkirina xwe û Lîbyayê, dewleta Tirk daxwaznameyek pêşkêşî NY kir.
Li dijî vê jî, welatiyên Lîbyayê xwe ji xwepêşandên mezin re amade dikin.

Li gorî çavkanîne diplomasî yên dewleta Tirk, îro Enqere ev daxwazname pêşkêşî NY kir da ku lihevkirina navbera wê û hikumeta Wîfaqê ya Lîbayayê hatî îmzekirî, tomar bike.

Duh jî, Yekîtiya Ewropayê ev lihevkirin bi der-qanûnî bi nav kiribû.

LI DIJÎ DESTWERDANA TIRKIYE LI LÎBYAYÊ
SIBE WELATIYÊN LÎBYAYÊ XWEPÊŞANDANÊN MEZIN LI DAR DIXÎNIN

Li dijî vê lihevkirinê û ji bo pêşîgirtina dagirkeriya dewleta Tirk li Lîbyayê, sibe welatiyên Lîbyayê hêrsa xwe bi xwepêşandanên mezin wê nîşan bidin.

Ev xwepêşandan, li ser daxwaza rêxistinên sivîl wê li seranserî welêt werin lidarxistin.

Leave a Reply

Back to top button