Hêzên Rizgariya Efrînê ragihandin ku di encama çalakiyên wan yên li Ezazê de 2 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiya li Ezaz û topbarana dewleta tirk a li ser gundên navçeya Şera bi daxuyaniyeke nivîskî ev agahî parvekir.
11’ê Kanûnê li derdora gundê Kefer Xaşir ê herêma Ezazê hêzên rizgariyê li dijî çeper û stargehên çeteyên Lîwa El-Fetih çalakiyek pêk anîn.
Di encamê de 2 çete hatin kuştin, 4 ji wan birîndar bûn û doçkayek hat bêkêrkirin.
Hêzên rizgariyê diyar kir piştî van çalakiyan, artêşa Tirk bi moşekan gundên Malikiyê û Merenazê yên navçeya Şera topbaran kirin.
Di heman demê de balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker jî li ser qadê bê navber geriyan.