Şêniyên Şehba û koçberên Efrîn li dijî tecrîdê û pergala îşkenceya li Îmraliyê daketin qadan.
Meş bi pêşengiya Kongira Star ya Şehba di çarçoveya pêngava ” ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hate li darxistin.
Jinên ciwan, rêxistinên jinan û endamên jinan di saziyên civaka sivîl beşdarî meşê bûn.
Girseyiya meşê ji Kampa Serdem ya navçeya Ahidas destpêkir û li baxçeya Rêber Apo veguherî mîtîngê.
Li wir, beşdarên jin fikir û felsefeya Rêber Apo ku jin û ciwan dayê pêş bibîranîn û gotin:
” jin û ciwanan dayîndarê Rêber Apo ne.
Divê her kes li dijî pergala işkenceyê û komploya navnetwî têbikoşe.”
Xelkê Tebqayê pergala îşkence û qirkirinê li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir



