5 xwepêşander bi guleyên çekdaran hatin kuştin

Îro dema xwepêşanderên Iraqê li Qada Tehrîr a Bexdayê daxuyanî didan rastî êrîşê hatin û 5 xwepêşander hatin kuştin.

Li qada Wesbe ya paytexta Iraqê Bexdayê îro di xwepêşandanan de 5 xwepêşander bi guleyên çekdaran hatin kuştin.

Xwepêşanderan jî bersiva wan da û êrîşkarek girtin.

Li gorî wêneyên di medya Iraqê û torên civakî de hatin parvekirin, piştî ku xwepêşander wî kesê êrişkar digirin, bi stunekî trafîkê ve ser bi jêr girê didin û piştre dimire.

Xwepêşanderan têkildarî diyarkirina serokwezîrê demkî yê Iraqê daxuyanî dan û merc danîn.

Xwepêşanderan di daxuyaniyê de diyar kirin ku divê kesê bibe serokwezîr serbixwe be û ne alîgirê ti partî û aliyekî derve û herêmê be.

Herwiha li gorî xwepêşanderan serokwezîrê ku were diyarkirin, nabe xwe ji bo hilbijartinên pêk were jî bike namzet.

Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ji 1’ê Cotmehê ve di xwepêşandanên li Iraqê de 424 kesan jiyana xwe ji dest dane û 8 hezar û 758 kes birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button