Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê Hesen Mihemed Elî li Brîtanyayê bi rayedar û parlamenteran re civiya.
Di hevdîtinan de, girîngiya pêşxistina hewldanên dîplomatîk ên bi armanca çareseriya aloziyan Sûriyê hat gotubêjkirin.
Li ser van bingehan nûnerê MSD’ê ji Birîtanyayê piştevaniya ji bo ewlehiya herêmê û rojevkirina dosyaya Sûriyeyê ji aliyê hikumetê xwest.
Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSD’ê Hesen Mihemed Elî li Birîtanyayê bi parlamenteran re civiya.
Malpera ‘MSD’ ragihand ku Hesen Mihemed Elî li Birîtanyayê di hevdîtinê de çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyeyê re hat nîqaşkirin.
Her wiha girîngiya pêşxistina hewldanên dîplomatîk ên bi armanca çareseriya aloziyan, garantiya yekitiya xak û serdestiyê jî hatin destnîşankirin.
Li gorî malperê, Hesen di civîneke din a li gel endamê Meclisa Lordan Francis O’Grady re rewşa li herêmê bi firehî nirxand.
Hat gotin Mihemed Elî îşaret bi girîngiya çalakkirina rola civata navneteweyî ji bo çareseriyeke siyasî kiriye,
Paşê Hesen Mihemed Elî bi parlamenter John Man re hevdîtin pêk anî.
John Man diyar kir ku divê rola Brîtanyayê ya di destekkirina hewldanên Neteweyên Yekbûyî yên ji bo pêkanîna biryara 2254’an de were xurtkirin.
Hat gotin, avakirina hikumeta nû ya Brîtanyayê dibe derfeteke nû der barê çareserkirina aloziya Sûriyeyê de peyda bike.
Her wiha Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê bi parlamenter û wekîlê Wezareta Dewletê ya Kar û Barên Hişê Çêkirî û Hikumeta Dîjîtal Firayal Clark jî re civiya.
Aliyan qala êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û bandora wan li xebatên têkoşîna li dijî terorê kir.
Mihemed Elî bal kişand ser astengiyên mirovî û ewlehî, hebûna bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê di girîgehan de û îşaret pê kir ku divê zexteke xurt li ser dewleta Tirk bikin êrişên xwe rawestîne.
Di vê çarçoveyê de; li ser îmkanên çalakkirin rola Brîtanyayê di piştevaniya hewldanên ewlehiya herêmê û rojevkirina dosyaya Sûriyeyê ji aliyê hikumeta Brîtanyayê ve hat gotubêjkirin.



