Japonya 14 milyon dolar alîkarî bo Bakur û Rojhilatê Sûrî pêkêş dike

Hikumeta Japonyayê ragihand, ji ber aloziya mirovî ew ê 14 milyon dolar alîkarî ji bo bakur û rojhilatê Sûriyê pêşkêş bikin.

Konsolosxaneya Japonya li Şamê li ser malpera xwe ya fermî biryara hikumeta Japoniyayê ya pêkêşkirina 14 milyon dolar bo herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê belav kir.

Li gor daxuyaniya hikumeta Japonyayê ev alîkarî wê di rêya rêxistinên navnetewî re bin, û dê weke alîkariyên tenduristî, kon, pêdiviyên zivistanê û alavên paqijiyê werin dayîn.

Her weha dê bêhtir ji 500 hezar kesî sûdê ji van alîkariyan werbigrin.

Hikumeta Japonyayê di dawiya daxuyaniya xwe de teqez kir ku ji bo çareserkirina aloziya Sûrî ew ê bi civaka navdewletî re di nava danûstendinan de bin.

Leave a Reply

Back to top button