Li Îsfehanê 15 jinên Bahayî tevî ku berê hatibûn darizandin û ji ber sûcên cuda hatibûn cezakirin, cara duyemîn li Şaxa Yekemîn a Dadgeha Şoreşê ya Îranê hatin darizandin.
15 jinên Bahayî , di 1’ê Gulanê de bi hinceta “propagandaya li dijî Komara Îslamî” û “beşdarî xebatên teblîxî û perwerdehiyê yên li dijî şerîeta Îslamê bûne” ji bo îfadedayînê li Dadgeha Şoreşê ya bajêr hatin gazî kirin.
Her yek bi pênc sal zîndan, cezayê pere û qedexekirina çûnûhatinê û xizmetên civakî hatin cezakirin.
Carek din her 15 jin di 25’ê Îlonê de li Şaxa 1’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Îsfehanê ji nû ve hatin darizandin.
Li gorî agahiyan Biryara dozê dê piştre bê dayîn.
Her wiha Hinek Jin berê jî di sala 2021’ê de hatibûn girtin û piştre bi kefalet hatibûn berdan.



