Dewleta Tirk ragihand ku ji 104 kesên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binçav kirine, 99 kes girtin û 5 kes jî hê di bin çavan de ne.
Dewleta Tirk a dagirker piştê êrîşa xwe ya li ser Girê Spî û Serêkaniyê gelek kes revandibû.
Dewleta tirk a dagirker ev kes weke endamên YPG’ê binav kirin û bi daxuyaniyekê girtina sivîlan jî xwest rewa nîşan bide.
Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bi daxuyaniyekê diyarkir ku ev kes bi hinceta “endamê rêxistinê” li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne hatine binçavkirin.
Serdozgeriyê ragihand ku heta niha di êrîşan de 104 kes hatine binçavkirin û di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Şaxa Têkoşîna bi Terorê ve hatiye kirin de 99 kes piştî ku sewqî dadgeriyên cezaya silhê hatine kirin, hatine girtin û 5 kes jî hê di bin çavan de ne.