Li her devera cîhanê fikrên Rêber Apo êdî belav dibin û nîqaş li ser tê kirin.
Komeke rewşenbîr û siyasetmedarên Sûdanî derbarê fikrên Rêber Apo û pareznameya wî ya 5’an de panelek lidarxistin.
Di panelê de hate gotin: “Fikrên Rêber Apo bingeha çareserkirina tevahî pirsgirêk û kaosên heyî ye.”
Fikir û felsefeya Rêber Apo roj bi roj li her devera cîhanê tê xwedin û wek riya çareseriyê tê dîtin.
Bi beşdariya hejamareke rewşenbîr, hiqûqnas û siyasetmedarên Sûdanî yên li Qahîrayê dimînin, panelek li navenda Weşangerî û Wergerî ya Nefertîtî hate lidarxistin.
Bal hate kişandin ser çawaniya sûdwergertina ji felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna wê li Sûdanê û hate diyarkirin ku rewşa Sûdanê dişibe pirsgirêka Kurd ku gihaştiya asta qirkirinê.
‘Fikrê neteweya demokratîk bingeha bidawîkirina tevahî pirsgirêkan e’
Derbarê parêznameya 5’an a Rêber Apo wiha hate gotin:
“Di parêznameya 5’an de pirsgirêkek civakî ya tevlihev bi çavekî sosyolojîk hatiye nirxandin.
Pirtûk veguhastineke mezin di felsefeya civakê de û çareserkirina pirsgirêkên siyasî nîşan dide.”
Beşdaran, fikra neteweya demokratîk wek bingeha bidawîkirina tevahî pirsgirêkan nirxand û teqez kirin ku pêwîstiya civaka Sûdanê bi azadî, edalet û demokasiyê heye.
Dawiya panelê hate diyarkirin ku Rêber Apo li gelek welatan wek sembol tê dîtin û gotin çareserkirina pirsgirêka Kurd, aloziya Sûdanê û yên Rojhilata Navîn bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêkan e.
Li herêmê xwendina paraznameyên Rêber Apo didome
Her wiha li 7 kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi pêşengiya Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan, komên xwendinê yên parêznameyên Rêber Apo hatin avakirin.
5 komên xwendinê li Parka Xwendinê ya Qamişlo li hev civiyan û li ser mijara ‘desthilatdarî û rêveberî’ nîqaş kirin.
Beşdaran diyar kirin ku beriya bi hezar salan bi rêvebirina jinan civaka exlaqî û polîtîk hatibû afirandin, lê ji derketina Sumeriyan heya îro pergala dewlet-perest heye.
Profesorekî Zanîngeha Otonom a Barcelonayê tecrîda li ser Ocalan nirxand



