Yekemîn komxebata siyasî li Kobanê bi daxuyaniyekê bi dawî bû

​​​​​​​Komxebata siyasî ya yekemîn li Kobanê bi beşdarbûna hejmareke partiyên siyasî yên kurdî û rewşenbîran bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Piştî banga Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê, partiyên siyasî, rewşenbîr û kesayetên serbixwe bi armanca pêşxistina çareseriyeke siyasî ya kurdî komxebatek hat lidarxistin.

Komxebat 2 rojan dewma kir beşdaran komxbatê amadebûna xwe ji bo avakirina yekîtiya netewî ya kurdî diyar kirin.

Piştî nîqaşên berfireh komxebat îro bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Di dxuyaniyê de hat diyar kirina ku di komxebatê de aliyên civakî, çandî, Siyasî, Olî, Qanûnî û dîplomasî hat nîqaşkirin lê belê aliyê Yekîtiya netewî asas hat girtin.

Beşdaran diyar kir ku ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk divê partiyên siyasî erk û berpirsyartiya xwe bi cih bîne û yekîtiya xwe xurt bikin.

Her wiha balkişandin li ser guhertina demografîka herêmê ji aliyê dewleta Tirk wê were belgekirin û ji dadgehên navdewletî re were pêşkêş kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de îşaret bi dûrxistina nûnerên bakur û rojhilarê sûrî ji komîteya destûra sûrîre hat kirin ku divê nûnerên bingehî neyên paşkuhkirin.

Leave a Reply

Back to top button