Li Şedadê 2 hezar kes bi cih bûne û tenê saziyên Rêveberiyê dibin alîkar

Pêla koçberiya ji ber sûc û komkujiyên Tirkiyê ber bi herêmên di bin kontrola QSD’ê de didome û heta niha 2 hezar kesî xwe li navçeya Şedadê girtiye. Pêdiviyên van koçberan jî tenê saziyên Rêveberiya Xweser dabîn dikin.

Li navçeya Şedadê û gundên wê zêdeyî 150 malbat ango 2 hezar kes di dibistanan de bi cih bûne.

Endamê Rêveber ê Meclisa navçeya Şedadê Serhan El-Dixêm destnîşan kir ku 50 malbat resen û 100 malbatên cotkar ku ji beriya 20 salan ve li herêmên li nêzî sînor dixebitîn xwe li navçeyê girtine.

Ev koçber jî ji ber dijwariya êrîşan tenê bi cilê xwe derketine.

Lewma niha di nava şert û mercên zehmet de ne û pêwîstiya wan bi alîkariya lezgîn heye.

El-Dixên diyar kir ku şêniyên Şedadê bi koçberan re bûn alîkar û bi bîr xist ku tenê saziyên Rêveberiya Xweser alîkariyê pêşkêş dikin û saziyên mirovî yên navnetewî xwe li bê dengiyê dane.

Leave a Reply

Back to top button