Li New Zealandayê, tîmên rizgarkirinê termên 6 kesên din rakirin

Tîmên rizgarkirinê termên 6 kesan ji derdora girava White Island a New Zealandayê rakirin.

Hikumeta New Zealandî ragihand ku term bi rêya keştiyan hatin veguhastin, û ragihand ku îhtîmal heye ku di 24 saetên bê de carek din li New Zealandayê volkan biteqe.

Hikumetê diyar kir ku beriya niha termê 8 kesan hat dîtin.

Di encama volkana girava White Island a New Zealandayê de heta niha ji bilî windahiyan nêzî
30 kes bi giranî birîndar bûne û 90 ji sedî jî şewitîne.

Duşema borî volkana li girava White Island teqiya, wê demê derdora 100 geştyarî li wê deverê bûn.

Polîsa New Zealandî teqez kir ku di nav qurbaniyan de, ji bilî geştyaran, kesên bêwar jî hene.

Ev girav cihekî geştyariyê ye û volkana li giravê jî pir çalak e.

Leave a Reply

Back to top button