Yekîtiya Parlamenteran: Ji bo lidarxistina Kongra Neteweyî em ê alîkariya KNK’ê bikin

Cîgirê Serokê Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê Kerîm Behrî xemgîniya xwe ji bo ne li darxistina Kongreya Netewî nîşan da û diayr kir ku ew ê bi her awayî ji bo yekîtiya kurdî alîkariya KNK’ê bikin.

Cîgirê Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê Kerîm Behrî ji bo yekîtiya kurdî ji Ajansa Rojnews’ê re axivî.

Kerîm Behrî ragihan ku Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê ji sala 2007’an ve ji bo Yekîtiya Kurdî bi KNK’ê re di nava xebatê de ne.

Kerîm Behrî diyar kir ku ji bo lidarxistina Kongerya Netewî gelek civîn û nirxandinên berferh hatine kirin û got:

Ji bo hin nakokiyên di nava partiyan de heta niha lidarxistina vê kongeryê asê maye.

Kerîm Behrî amade bûna xwe ji bo yek-kirina nêrînên partiyên kurdî nîşan da û diyar kir ku erkê her kesiye ji bo avakirina yekîtiya kurdî kar bike.

5’ê Kanûnê şandeyek KNK’ê serdana Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê kir.

Leave a Reply

Back to top button