
Kurdistaniyên li Ewûstûralyayê dijîn, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî û sûcên şer ku dewleta tirkiyê li Herêmê pêk aniye bi Parlementerê Partiya Karker ê Ewûstûralyayê Chrîs Hayes re civiyan.
Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Ewûstûralyayê Îsmet Taştan û berdevka Karê Derve Mîra Îbrahîm bi Parlementerê Partiya Karker ê Ewûstûralyayê Chrîs Hayes civînek li dar xistin.
Di civînê de dosyek derbarê sûcên şer yên dewleta tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî radestî Parlementerê Partiya Karker ê Ewûstûralyayê hat kirin.
Di dosyayê de bal hat kişandin li ser pilanên dewleta tirk a dagirker ya guhatina demogarfîk û komkujiyên dewelta tirk derheqê sivîlan de.
Parlementer Chrîs Hayes jî da zanîn ew ê vê mijarê bibe rojeva parlementoya Ewûstûralyayê.