Di êrîşa Îsraîlê ya li ser herêma Mazze ya Şamê de zavayê Hesen Nasrullah jî di nav de 4 kes hatin kuştin.
SOHR’ê diyar kir di encama êrîşa Îsraîlê ya li ser Şamê de zavayê Hesen Nasrullah, Hesen Cafer el Kasir, jineke ciwan, endamekî Hizbullahê û kesekî nasnameya wî ne diyar hatin jiyana xwe ji dest dan.
Çavkaniyekî nêzî Hizbullahê ji AFP’ê re axivî û anî ziman ku Hesen Cafer El Kasir birayê Cafer El Kasir bû ku ji veguhestina çekan a ji Îranê ber bi Lubnanê berpirsyar bû.
Îsraîlê roja Sêşemê ragihandibû ku di êrîşeke li quntarê başûr ê Beyrûdê de Cafer El Kasir hatiye kuştin.
Depoyeke çekan a nêzî baregeha Rûsyayê hat teqandin
Li aliyekî din jî SOHR’ê ragihand ku balafirên bêmirov ên biçek li bajarê Ceblê yê li gundewarên Laziqiyeyê depoyeke teqemeniyê bombebaran kir.
SOHR’ê da zanîn ku bombebaran nêzî baregeha hewayî ya Himêmîm a Rûsyayê pêk hat û di encamê de depo wêran bû.
Li gorî SOHR’ê, hêzên parastina hewayî bersiva êrişan daye.
SOHR’ê ragihand ku dibe ku balafir ên Îsraîlê bin.



