NY: Vê zivistanê pêwîstiya koçberên li Sûriyê bi 25 milyon dolar heye

Netewên Yekbûyî ragihand ku koçberên li Sûriyê pêwîstiya wan bi derdora 25 milyon dolar heye, da ku vê zivistanê debara xwe bikin.

Berdevkê sekreterê giştî yê NY Ferhan Heq di kongreyek çapemeniyê de ragihand ku li Sûriyê derdora 3 milyon kes hewcedarên alkîkariyê ne û rewşa wan ji ber zivistanê zehmet e.

Ferhan Heq diyar kir ku tenê ji bo demsala Zivistanê, pêwîstî bi 25 milyon dolar weke alîkarî heye.

Berdevkê sekreterê giştî yê NY bal kişande ser rewşa kampên li Sûriyê, nemaze yên li Bakur û Rojhilatê Sûrî û tekez kir pêdiviyên jiyanî û demsala Zivistanê li van Kampan peyda nabin.

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hemû rêxistinên mafê mirovan yên navetewî bi awayekî fermî ji herêmê derketin û niha tenê saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe alîkariyan pêşkêşî koçberan dikin.

Leave a Reply

Back to top button