Çeteyên dewleta Tirk li herêma Eyn Darê peykerê Şêrê baziltî dizîn

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di çarçoveya talankirina şûnwarên herêma Efrînê, li Endarê peykerê Şêr yê baziltî ku ji girîngtirîn şûnwarên Efrînê ye ji cihê wî rakirin û dizîn.

Dema dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê deverekê dagir dikin, yekser dîrok, çand û nasnameya herêmê asîmîle dike.

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê li ber çavên cîhanê hemû qanûnên navdewletî binpê dike, di nav de Hevpeymana Lahayîyê ya sala 1954an ku dibêje”Di rewşên şer de divê şûnwar bên parastin”.

Herêma Eyn Darê, ji girîngtirîn şûnwarên herêma Efrînê ye.

Ji şûnwarên li Eyn Darê peykerê Şêr ê baziltî ku vedigere serdema Hilinistî sala 280 B.Z.

Talankirina şûnwarên Efrînê
Dîroka peyker vedigere serdema Hilinstî sala 280 B.Z

Li gorî wêneyên esmanî ku ji Eyn Darê re hatine kişandin diyar dibe ku ev peyker ji cihê xwe hatiye rakirin.

Pisporê belgekirina şûnwarên li Bakurê Sûrî Selah El-Dîn Sîno diyar kir ku di hevrûkirina wêneyê esmanî yê sala 2018an û wêneyê heman deverê yê 2019an de tê teqezkirin ku peyker ji cihê xwe hatiye rakriin.

Sîno destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk Eyn Darê kirine baregehe leşkerî û nahêlin şênî nêzî wê bibin.

Beriya demekê jî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov piştrast kir ku çeteyên dewlewta Tirk ên bi navê Siqûr El-Şam li herêma şûnwarî ya Nebî Hûrî dest bi lêgerîna şûnwaran kirine.

Di encamê de herêm hatiye rûxandin û gelek şûnwar hatin dizîn.

Leave a Reply

Back to top button