Rûsya 8 zarokên din ên Daiş’î ji kampa holê wergirtin

Wezareta derve ya Rûsyayê ragihand ku Rûsya 8 zarokên DAIŞ’î yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî wergirtine.

Têkildarê mijarê Wezaretê daxuyaniyke da û diyar kir ku bi riya çêkirina ezmûna DNA, 8 zarokên din ên Rûsî bo Rûsyayê hatin veguhestin.

Wezaretê destnîşan kir ku xebatên destnîşankirina nasnameya zarokên DAŞî yên li Kampa Holê berdewm in û ezmûna DNA ji 100 zarokê din re jî hatiye çêkirin.
Wezaretê tekez kir ku di 3 û 6 Kanûnê de şandeyeke Rûsî li gel berpirsên Kampa Holê mijara wergirtina zarokên Rûsî nîqaş kirine.

Têkildarî mijarê îro li baregeha Wezareta derve ya Rûsyayê şandeya taybet a wergirtina zarokên DAŞî yên Rûs ji Sûriyê û Iraqê civiya û plana wergirtina 122 zarokên din ên Rûsî ji Sûriyê û Iraqê lêkolîn kir.
Beriya çend rojan jî Komserîya Mafên Zarok a Rûsî ragihand ku piştî pêkanîna ezmûna DNA’yê, wan 4 zarokên DAIŞ’î ji Rêveberiya Kampa Holê wergirtin.

Leave a Reply

Back to top button