Mezlûm Ebdî: Ev biryar rê li ber komkujiyên der heqê kurdan de digire

Senetoya DYE’yê pêşnûmeya Qirkirina Ermeniyan bi piraniya dengan erê kir. Tirkiyê jî weke her car ev yek red kir û balyozê Emerîka li Tirkiyê vexwend.

PÊŞNÛMEYA QIRKIRINA ERMENAN LI SENATOYA EMERÎKAYÊ HAT ERÊKIRIN, TIRKIYÊ JÎ BALYOZÊ EMERÎKAYÊ VEXWEND
Senetor Rob Menen-dez li ser hesabê xwe yê tevna civakî daxuyaniyek da û ragihand ku li Senetoya DYE’yê pêşnûmeya Qirkirina Ermenan a ku Osmaniyan pêk aniye, hatiye erêkirin.

Derbarê erêkirin de Wezareta derve ya dewleta Tirk balyozê Emerîkayê li Tirkiyê vexwend balyozxaneyê.
Her wiha Rêveberê ofîsa Erdogan Fexredîn Altun jî diyar kir ku tevgera hinek endamên Kongressê zererê digihînin têkiliyên wan û Emerîkayê û got:

Ev biryar tirsnak e û kesên ev biryar standine, wê navên wan di dîrokê de bimîne.
Pêşnûmeya ku meha borî di Meclisa Nûneran re derbas bûbû, wê ji bo Serokê DYE’yê Donald Trump ê şandin.

MEZLÛM EBDÎ: EV BIRYAR RÊ LI BER KOMKUJIYÊN DER HEQÊ KURDAN DE DIGIRE

Ji aliyê xwe ve fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mazlûm Ebdî têkildarî mijarê got:
Ev biryar wê rê li ber kokujiyên dewleta Tirk derheqê Kurdan bigre û dê êrîşên Tirkiye li dijî Rojava rawestîne.
Qesra Spî pêşnûmeya ku dibe sedemê di navbera Tirkiye û DYE’yê de rê li ber aloziyê vebe, berî niha bi sê caran asteng kiribû.
Komisyona derve ya Senetoya Emerîka pêşniyar biryara cezakirina Tirkiyê bi piraniya dengan erê kir.

Leave a Reply

Back to top button