Artêşa Wetenî ya Lîbî balafireke dewleta Tirk xiste xwarê

Artêşa Wetenî ya Lîbî ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter pêşketina xwe ber bi Terablusa Paytext ve didomîne. Artêşa Wetenî ragihand ku wan balafireke dewleta Tirk xiste xwarê.

Artêşa Wetenî ya Lîbî ragihand ku balafireke Tirkî ya bêmirov li başûrê Terablusê derbasî qada şer û herêma ku tevgera balafiran wir qedexe ye bû û wan ev balafir xist xwarê.

Her wiha di çarçoveya operasyona “Cenga dawî” de ku duh Xelîfe Hefter ragihandibû, Artêşa Wetenî pêşketina xwe ber bi Terablusê ve didomîne.

Hêjayî gotinê ye ku ji sala 2015’an ve mîlîsên hikûmta Wîfaqê ya Lîbî paytexta Lîbya Terablusê bi kontirol dikin.

Operasyona “Cenga dawî” jî weke qonaxa duyem tê ji bo rizgarkirina Terablusê ji destê mîlîsên Wîfaqê ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk û Qeterê dibin.

MISMARÎ: EM BERSIVA PÊWÎST DIDIN HÊZÊN TIRKÎ KU PIŞTGIRIYA HIKÛMETA SERAC DIKIN

Berdevkê Artêşa Wetenî ya Lîbî, lîwa Ehmed Mismarî ji telefizyona Sky News Erebiyê re ragihand ku Artêşa Wetenî bersiva pêwîst dide hêzên Tirkî yên li Lîbyayê ku piştgiriya hikûmeta Fayîz Serac dike.

Her wiha Mismarî destnîşan kiribû ku divê civaka navdewletî lihevkirina navbera dewleta Tirk û hikûmeta Wîfaqê de şermezar bike û got, ew ê qet nehêlin ev yek pêk were.

Leave a Reply

Back to top button