MSD’ê û Rêveberiya Xweser helwesta xwe li hemberî gera 14’an a Asatan eşkere kir û ew weke civîna dûrî çareseriya rastîn bi nav kirin.
MSD’ê ragihand , civîn bi hindek lihevkirinên ku nûnertiya çareseriyê nakin bi dawî bû û aliyên garantor bi têkbirina doza Sûrî û paşguhkirina hêzên li ser erdê tewanbar kir.
MSD’ê di daxuyaniya xwe de tewanbakirina Rêvebriya Xweser bi parçekirina Sûrî bi helwesteke neyînî pênase kir û teqez kir, a rast serweriya Sûriyê, li Idlib û Efrînê têk çûye.
Her wiha destnîşan kir ku, encamnameya civîna Asata, rê dide Tirkiyê ku komkujiyên xwe dewam bike û peymana Edene bi cih bîne.
Ji bo heman mijarê jî, Rêveberiya Xweser ragihand ku, civînên bi vî rengî piştgrirya projeya Ixwanî û komkujiyên Tirkiyê dike.
Rêveberiyê teqez kir ku, divê Rûsya roleke erênî bilîze û nabe berxwedana li dijî terorê were paşguhkirin.