Mike Pompeo: ji ber êrîşên li Iraqê Îran hişyar kir

Wezîrê Karê Derve yê Emerîka Mike Pompeo ji ber êrişên li Iraqê pêk tên, Îran hişyar kir û diyar kir ku ewê bi tundî bersiva her êrîşekê bidin.

Wezîrê Karê Derve yê Emerîka Mike Pompeo li ser hesabê xwe yê twitterê têkildarî êrîşan li ser hesabê xwe ya twitterê daxuyaniyek da.

Pompeo êrîş şermezar kirin û ev hişyarî da:

Em êrîşên çekdarên ser bi Îranê ve şermezar dikin û desthilatdariya Îranê hişyar dikin ku eger êrişa hêzên bi wekalet ziyanê bigihîne leşkerên Amerîka yan jî hevbeşên me yên Iraqê wê rastî bersiva tûnd a Amerîka werin.

9’ê Kanûnê li paytexta Iraq Bexdayê çar roket li baregeheke leşkerî ya li nêzî balafirgehê ketin û di encamê de 6 kes ji hêza bijarte ya artêşa Iraqê birîndar bûn

Di nava şeş hefteyên dawî de 9 caran li dijî leşkerên Emerîkî yan jî Sefaretxaneya Bilind a Emerîkayê êriş tên kirin.

Leave a Reply

Back to top button