Heyva Sor a Kurd alîkariyên tendurstiyê pêşkêş dike

Bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî bi hezaran şêniyên Serê Kaniyê bi darê zorê ji warê xwe koçber bûn û niha piraniya wan li Kampa Waşokanî dimînin.
Heyva sor a kurd heta niha ji bo koçberên Serê Kaniyê alîkariyên tenduristiyê ji 918 rewşên nexweşiyê re pêşkêş kiriye.

Di kampa Waşokanî de zêdetirî 800 malbat ango zêdetirî 4 hezar koçber ji bajarê Serê Kaniyê bi cih bûne.

Rêxistina Heyva Sor a Kurd rêxistina tekane ye ku di kampê de kar dike û li gorî derfetên xwe alikariya tenduristiyê pêşkêş dike.

Heyva Sor a Kurd ragihadn ku li Kampa Waşokanî nuqteyek wan a ji bo dermamkirina zarok û jinan, her wiha Odeya destwerdana lezgîn ku 24 saetan dixebite heye.

Endamê Heyva Sor a Kurd Ekrem Berko destnîşan kir ku hejmara nexweşên ku ji aliyê wan ve hatine dermankirin gihaşt 918 rewên nexweşiyê.

Berko diyar kir ku ew hewl didin di kampê de nexweşxaneyek meydanî ava bikin.

Leave a Reply

Back to top button