Artêşa Lîbya çek û depoyên firokeyên bêpîlot ên Tirkiyê rûxandin

Artêşa Lîbya beşeke mezin ji çek û cebilxaneya Tirkiyê û depoyên firokeyên bêpîlot li Misratê rûxand.

Artêşa Lîbya duh di daxuyaniyekê de, diyar kir ku beşeke mezin ji çek û cebilxane û panzêrên Tirkiyê ku ji çekdarên hikumeta El-Wifaq re şandin hatin şopandin.

Piştî şopandinê jî Parastina Asmanî ya Lîbayê bi planeke rast cihên depoyên firokeyên bêpîlot ên Tirkiyê li fakluteya asmanî li Misratê hedef girtin û rûxandin.

Artêşa Lîbî balafireke Tirkî ya bêmirov jî li başûrê Terablusê xist xwarê.

Her wiha di çarçoveya operasyona “Cenga dawî” de ku Xelîfe Hefter ragihandibû, Artêşa Wetenî pêşketina xwe ber bi Terablusê ve didomîne.

Ji sala 2015’an ve milîsên hikumeta Wîfqa a Lîbî ku dagirkeriya Tirkiyê û Qeter piştgiriya wan dikin Terablûsa paytext kontrol dikin.

Operasyona bi navê Cenga Dawî jî weke qoxana 2. a rizgarkirina Terablûsê ye.

Leave a Reply

Back to top button