Mark Esper: Baweriya waşingtonê bi Tirkiyê weke hevparekî nemaye

Wezîrê parastinê yê Emerîkayê Mark Esper ragihand ku siyaseta Tirkiye dûrî rêbaza Emerîkayê ketiye, û tekez kir ku baweriya Waşingtonê bi tirkiyê weke hevparekî nemaye. Derbarê rola Rûsya û Çînê li qada navdewletî jî, Esper hişyarî da.

Mark Esper duh li encûmena têkiliyên derve ya li Newyorkê axivî.

Esper eşkere kir ku xeta siyasî ya Tirkiye niha dimeşîne tersî rêbaza Emerîkayê ye û diyar kir ku kirinên Tirkiyê ne kirinên hevparekî cihê baweriyê ne.

Mark Esper:
Em derbasî serdemeke nû ji pêşbirka hêzên gewre bûne

Esper ji bo rola Rûsya û Çînê ya dema bê jî hişyarî da û diyar kir ku van herdû welatan astengî li pêşiya plansaziya NATO’yê çêkirin û destwerdanê Sûriyê kirin.

Esper bi bîr xist ku Rûsya hewl dide ku hevgirtina NATO’yê têk bibe, Çîn jî têkiliyên xwe yên aborî di rêya Asyayê re berfirih dike.

Wezîrê Parastinê ya Emerîka dest nîşan kir ku ew derbasî serdemeke nû ya pêşbirka hêzên gewre bûne.

Leave a Reply

Back to top button