KNK ji bo Yekîtiya Netewî serdana PJAK’ê kir

Kongreya Netewî a Kurdistanê KNK’ê ji bo Yekîtiya Netewî hewildanên xwe didomîne.
Di vê çarçoveyê de şandeyek ku di nav de Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamsu serdana Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê kir.

Şandeya KNK’ê ji aliyê hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn û endamên rêveberiya meclîsa PJAK’ê ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî civîna her dû aliyan, hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn diyar kir ku wan ji bo avakirina Yekîtiya Netewî wan her dem piştgiriya xebatên KNK’ê kirine.

Zîlan Vejîn ragihadn ku li Rojilatê Kurdistanê ji bo yekîtiya kurdî PJAK’ê nexşerêyek pêşkêşî raya giştî kir.

Zîlan diyar kir ku di çarçoveya yekîtiya netewî de çi ji wan were xwestin ew ê bikin.

Her wiha Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamsu jî diyar kir ku ji bo avakirina yekîtiya netewî zemînekî baş heye, ji ber vê yekê divê em lez bidin xebatên yekîtiya kurdî.

Ehmed Karamsu ragihadn ku wê KNK’ê de demên bê de dest bi pêngava dûyem û sêyem ya xebata yekîtiya netewî bike.

Leave a Reply

Back to top button