
Li Serokê Berê yê Sûdanê Umer El-Beşîr ji ber gendaliyê 2 sal ceza hate birrîn.
Li Sûdanê piştî xwepêşandanên ku bi mehan ajot di 11’ê Nîsanê de artêşa Sûdanê dest danî ser desthilatdariyê û Omer El Beşîr ku 30 sal bû li ser desthilatê bû, hat girtin.
Li dijî El Beşîr, di mijarên mîna gendeliyê de doz hatin vekirin.
El-Beşîr li xwe mukur hat ku 90 milyon dolar ji Erebistana Siûdiyê wergirtiye.
Umer El-Beşîr her weha ji ber ku ji Emîrê Erebistana Siûdiyê Mihemed Bin Selman 25 milyon dolar wergirtiye, hate darizandin.
Dadgehê ji ber temenê El-Beşîr mezin e biryar da ku di dewsa girtegehê de 2 sal li mala islahê bimîne.
Tê payîn ku derbarê Umer El Beşîr de ji ber komkujiyên li dijî sivîlan jî gelek doz bên vekirin.