4. salvegera damezrandina MSD’ê li bajarê Hesekê forumek lidar xist

Bi munasebeta 4. salvegera damezrandina Meclisa Sûriye ya Demokratîk (MSD), li bajarê Hesekê forumek hat lidar xist.
Rayedarên MSD’ê di forumê de diyar kirin ku armanca Rêveberiya Xweser parastina gel e û herêmê ye.

Bi munasebeta 4. salvegera damezrandina Meclisa Sûriye ya Demokratîk-MSD, li bajarê Hesekê forumek hate lidarxistin.

Di forumê de, tevî hevserokên MSD’ê, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser û Partiya Yekitiya Suryan û rêveberên Meclisa Jinan a Sûriyê, bi dehan endamên MSD’ê amade bûn.

HEVSEROKA MSD’Ê EMÎNA UMER:
MSD’Ê BÛ SÎWAN GELEK HÊZ Û KESAYETÊN NIŞTIMANÎ YÊN SÛRÎ

Hevseroka MSD’ê Emîne Umer destpêkê axivî û bal kişand ser pêvajoyên damezrandina MSD’ê û astengiyên ku pê re rû bi rû mane.

Umer got, “MSD’ê ji gelek hêz û kesayetên welatparêz yên Sûrî ku baweriya wan bi projeya demokratîk û çareseriyê hebû, bû sîwan. ”

SÎHAM QERYO:
MSD’Ê TEVÎ HEMÛ ALOZIYAN WÊ XEBATA XWE BIDOMÎN E

Piştre Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Sîham Qeryo axivî û destnîşan kir ku tevî astengî û aloziyên li herêmê rû dane, MSD’ê bê navber xebatên xwe berdewam dike.

Sîham da xuyakirina ku ji ber tevahî pêkhate û hêzên siyasî projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser erê kiribûn, gel ji terorê parastine wiha axivî:

Em bi tevahî dixwazin ji cîhanê re nîşan bidin ku me herêm ji terorê rizgar kir û pêngava siyasî derbas kir. Armanca me ew e ku em gel û herêmê ji terorê biparêzin.

SÎHAM QERYO:
GELÊ SÛRIYÊ BERDELA NAKOKÎ Û BERJEWENDIYÊN NETEWÎ Û HERÊMÎ DIDE

Sîham îşaret bi destwerdana hêzên derve ji aloziya sûriyê û planên wan kir û diyar kir ku gelê Sûriyê berdela nakokiyên navneteweyî û şerê berjewendiyê yên hêzên li hundirê Sûriyê dide.

Forûm bi sînevîzyoneke der barê xebatên MSD’ê de bi dawî bû.

Leave a Reply

Back to top button