Navenda Ragihadin û Çapemiya QSD’ê bîlançoya êrîşên 3 rojên dawî yên dewleta Tirk eşkere kir û da zanîn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser heremên sivîl didome.
Navenda Ragihadin û Çapameniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya êrîşên 3 rojên dawî yên dewleta Tirk û çeteyên wê ragihand.
Li gor daxuyaniyê,
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo herêmên nû dagir bikin hewldanên xwe didomînin.
Dewleta Tirk a dagirker herêmên sîvîl topbaran dike û li seranserî sînor balafirên bê mirov di nav tevgerê de ne.
Li êniya Zirganê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obus û hawanan gundên Ing Elhewa û Til Werid bi dijwarî topbaran kirin.
Di encamê de mal û milkên şêniyên herêmê ziyaneke mezin dît.
Li êniya Til Temirê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obus û hawanan bi dijwarî êrîşî gundên Erîşa, Fêseliyê, Til Şeîr, Rîhaniyê û çeperên Meclisa Leşkerî ya Suryanî kirin.
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryanî di çarçoveya parastina rewa de bersîv dan û 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.
Herwiha dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gûndên Qiz Elî, Tibêna, Sewame, Sarûnc û Xefiya topbaran kir û ji ber êrîşê mal û milkên xelkê herêmê ziyan dît.
QSD’ê ragihand ku 2 şervanên QSD’ê ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûbûn şehîd bûne.