Şendayek ji Şengalê bi waliyê Musilê re rûnişt

Şandeyek ji serok û nûnerên saziyên Şengalê, bi waliyê Mûsilê û Fermandarê Operasyonên Nînowayê re rûnişt û daxwazên xwe pêşkêş kir.

Şandeyek ji serok û nûnerên saziyên Şengalê, qaymeqam, serok eşîr û oldarên Şengalê, bi waliyê Mûsilê Necîm El Cibûrî re hevdîtin pêk anî û daxwazên xwe pêşkêş kirin.

Endamên şandeyê diyar kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêkên xelkê Şengalê heta niha li derve û hundir gavên pêwîst nehatine avêtin.

Şandeyê di hevdîtinê de xwestin ku ji aliyê hikûmeta Iraqê û hêzên navnetewî re ji bo rizgarkirina dîlên Êzidî navendek îstîxbaratî bê avakirin.

Her weha yek ji daxwaza wan jî ew bû ku kesên ku tiliya wan di komkujiya Şengalê de heye, bên cezakirin û ji bo vê jî Komîteya Lêkolînkirina Rastiyan a Navnetewî bê avakirin.

Şandeya ji Şengalê tevî vê yekê diyar kirin ku ji bo parastina herêmên Êzidiyan, divê hêzek ji Êzidiyan ku herî kêm 10 hezar be were avakirin.

Ji aliyê din ve hat xwestin ku deriyê sînor ê Berê yê di navbera Suriye û Iraqê de jî neyê girtin.

Hat diyarkirin ku Parêzgerê Mûsilê Necîm Ebdulah El Cibûrî di hevdîtinê de daxwazên wan erênî pêşwazî kirine û diyar kiriye ku pirsgirêka Êzidiyan girîng dibînin û divê ev were çareserkirin.

FERMANDARÊ NÎNEWA: EM Ê TÊKILIYÊN XWE BI YBŞ’Ê RE XURTIR BIKIN

Şandeya Şengalê paşê çû serdana Fermandarê Operasyonên Nînewa Noman Ebid El-Nicim û di hevdîtinê de xwest ku pêwendiyên Artêşa Iraqê û YBŞ’ê zêdetir bibin.

El-Nicim di hevdîtinê de diyar kir ku Şengal di encama berxwedana YBŞ de hatiye rizgarkirin û ew ê danûstandinên xwe yên bi YBŞ re xurttir bikin.

Leave a Reply

Back to top button